Hin kesên ku Xelatên Aştiyê yên Nobelê girtine ji Serokê DYAyê Barack Obama re name nivîsandin. Bangî Obama kirin ku bila rapora senatoyê ya ku der barê êşkenceya Amerîka dike û êşkenceya ku CIAyê piştî 11ê îlonê li ser bersûcên terorê kirin bê eşkere kirin.
Li gor nûçeya New York Tîmesê, bi serkêşiya Serkeşîş Desmond Tutu yê ji Afrîkaya Başûr û Serokomarê Tîmora Rojhilat Jose Ramos-Horta ji Serok Obama yê ku 2009an de wî jî Xelata Aştiyê yên Nobelê stendibû name hat nivîsandin.
Di nameyê de wiha hat gotin: "Hê jî tê meraqkirin ku çalakiyên Amerîkayê dê li ser gelê xwe û li dinyayê bandor bike an neke, an jî gavên ji bo standardên avakirina welêt baştir bike dê bên avêtin an neyên avêtin, dê girêdayê peymanên navneteweyî bimîne an nemîne."
Qesra Spî der barê teknîkên jêpirsînê ya CIAyê, yên ku piştî êrîşa 11ê îlona 2001an ya li New Yorkê raporek pêşkeşî Senatoya Amerîkayê kiribûn. Nayê zanîn ku ka ev rapora ku ji 480 rûpelan pêk tê jê çiqas dê bi raya giştî ve bê parvekirin.
Serok Obama jî di meha tebaxê de li Qesra Spî li ber kamerayan gotibû ku CIAyê hin kesên ku hatine binçavkirin re êşkence kiriye û divê ev car din dubare nebe.
Yên ku name îmzekirin û şandin ev in;
Mihemed el-Baradey ê misrî, aktîvîsta ji Lîberyayê Leymah Roberta Gbowee, Mihemed Yûnisê ji Bangladeşê, Serokê Dewleta Kosta Rîkayê yê berê Oscar Arîas, Sanchez, John Hume û Betty Wîllîamsên ji Îrlandaya Bakur, F.W. de Klerk ê ji Afrîkaya Başûr, Jody Wîllîams a amerîkî, serkeşîş Carlos X. Belo yê ji Tîmora Rojhilat û Adolfo Perez Esquivel yê ji Arjantinê.