Şerê di navbera DÎŞI û hin komên kurdan de yê li Kobanê (Eyn el Ereb) berdewam dike.
Hat ragihandin kesên ku di şerê li Kobanê diqewime de birîndar bûn, di wesayitên ala spî ser daliqandî de, anîn ber sînorê Tirkiyeyê.
Şideta şerê di navbera her du aliyan de, şeva din zêdetir bû û şer heta serê sibê dewam kir. Dûmana ku ji kuçeyên herêmê derdikeve ji Sirûcê jî tê dîtin.
Herwiha kesên li herêmê di şer de birîndar dibin bi wesayitên ala spî ser daliqandî tînin ber Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê. Ji vir jî bi ambulansan derbasî Tirkiyeyê dikin.
Di vê navberê de firokeyên şer ên koalisyona ku serkêşiya wê DYA dike, li herêmê ji bo kifşkirina hedefên DÎŞIyê firiyan.
Hêzên ewlehiyê li ser sînor tewdîrên ewlehiyê digrin.