Berdevkê Wezareta Parastinê Dîdîer Badjeck da zanîn ku dawiya hefteyê li nêzî sînora Nîjeryayê li bajaroka Glavî û bajarên Amchide û Kolofatayê di navbera hêzên Kamerûnê û koma Boko Haramê de pevçûn derketin, di pevçûnan de 39 milîtanên Boko Haramê hatin kuştin.
Badjeckê diyar kir ku koma Boko Haramê, raserî bajaroka Glaviyê kir û 4 koçberên nîjeryayî kuşt, di êrîşê de sivîlekî kamerûnî jî birîndar bû.
Berdevkê got ku hêzên Kamerûnê milîtanên Boko Haramê pijiqandin aliyê din ê sînor û piraniya cebilxaneya di destê rêxistinê de jî îmha kirin.
Badjeckê diyar kir di pevçûnên ku derketin de tu leşker nemirin.