Hat ragihandin ku li bajarê Salahaddînê êrîşên esmanî hatin kirin û ji 70yî zêdetir terorîstên DAEŞê kuştin.
Wezareta Parastinê daxuyaniya nivîskî da û wiha got: "Hêzên Esmanî li wilayeta Salahaddînê êrîşên esmanî birin ser DÎŞIya rêxistina terorê. Di êrîşan de ji 70yî zêdetir milîtan hatin kuştin, 10 wesayîtên wan jî hatin îmhakirin."
Di 10ê hezîrana 2014an de li Iraqê milîtanên DÎŞIyê piştî ku Mûsil bi dest xist, li Kerkûk, Selahaddîn, diyala û Enbarê pevçûn dewam dikin. Pêşmerge û artêşa Iraqê ji bo ku herêmên di destê DÎŞIyê de ne xilas bikin, operasyonan dikin. Hêzên koalîsyonê yên ku serkêşiya wan Amerîka dike jî ji hewayê ve piştgiriyê didin artêşa Iraqê.