Li girtîgeha Sêrtê ya Tîpa Eyê di navbera girtiyan de pevçûn çêbû û 9 mehkûm birîndar bûn.
Li gor agahiyan li girtîgeha Sêrtê ya Tîpa Eyê di navbera girtiyan de ji ber cih û nivînan pevçûn çêbû. Girtiyan li hev xist, gardiyan ketin navbera wan ku şerê wan biqede.
Di pevçûnê de Cahît G. (34), Enes T. (24), Muhiyeddîn A. (22), Serciya E. (37), Çetîn Y. (41), Îlham Y. (37), Mehmet Nezîr S. (50), Remzî D. (48) ve Hayrettîn Ç. (52) mehkûm birîndar bûn.
Birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê. Piştî ku hatin dermankirin girtî cardin birin girtîgehê.
Der barê pevçûnê de jêpirsîn hat destpêkirin.