Hat ragihandin ku li Bexdaya paytexta Iraqê wesayîteke bombebarkirî hat teqandin. Di êrîşa xwekujiyê de 8 kes mirin û 17 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ewlekariyê, tê îdia kirin ku wesayîteke leşkerî ya ku milîtanên DÎŞIyê bi dest xistin li nêzîkî Ceref es-Sahrê hat teqandin. Di êrîşê de 8 leşker mirin û 17 kes jî birîndar bûn.
Ji hêla din rêxistina terorê DÎŞIyê li ser Twîtterê daxuyaniyek da ku êrîş wan li dar xistiye. Rêxistinê îdia kir ku hejmara miriyan 15 û ya birîndaran jî 23 ye.
Arteşê Iraqê der barê êrîşê de daxuyaniyeke fermî neda.