ÎSTANBÛL
Li Sûriyeyê ev çar sal in ku şerê navxweyî berdewam dike. Sûriye piştî pevçûnên di navbera rejima Esed, muxalif, DÎŞI û komên kurdan ên di bin serkêşiya PYDyê de bû çar parçe.
Li gor agahiyên ku nûçegihanên AAyê berhev kirin, birêvebiriya Esed a ku ev 45 sal in li Sûriyeyê desthilat e, ji bo ku xwepêşandanên muxalifan ên ku di adara 2011an de destpêkirin belav bike bi çekên giran mudaxale kir. Ev yek bû sedem ku di temûza heman salê de muxalif jî bi çekan li ber xwe bidin. Leşkerên ku ji artêşê veqetiyan jî tevî komên berxwedanê bûn û bi vî awayî Artêşa Azad a Sûriyeyê (AAS) hat avakirin. Bi demê re pevçûn bû wek şerê navxweyî.
Muxalif piştî van rûdanan ji bo ku parçebûna di nav komên mezin û biçûk de xilas bike, di bin sazîbûnên mezin de kom bûn. Heta 2013an di vê çarçoveyê de Artêşa Azad a Sûriyeyê, Eniya Îslamî û Eniya Nûsrayê derketin pêş.
-Hêzên Esed eniyên xwe diparêzin
Hêzên Esed ji meha cotmehê pê ve bandora xwe ya li navenda bajarê Lazkiye û derûdora wî, li navendên bajarên Tartûs, Hama û Hûmûsê berdewam dike. Xeta Hama-Şamê ya ku di şer de girîngiya wî ya krîtîk heye, di destê rejima Sûriyeyê de ye û li dijî êrîşên muxalifan eniya herî girîng di destê rejimê de ye.
-Deriyê sînor
Qamişlo û Keseba deriyên sînor ên li ser sînora Tirkiye û Sûriyeyê, El-Welîda deriyê sînor a li ser sînora Iraqê, deriyê sînor a Masnaayê ya ku vedibe Urdun û Lubnanê di destê birêvebiriya Esed de ye. Babu'l Hewa, Babû's Selame û Quneytraya li ser Girên Golanê ya ku vedibin Tırkiyeyê û deriyê Derayê ya li ser sînora Urdunê di destê muxalifan de ye.
Ebû Kemala deriyê sînor a li ser sînorê Sûriye û Iraqê, er-Raî, Cerablûs û Til Ebyada li ser sînorê Tirkiyeyê jî di destê DÎŞIya rêxistina terorê de ne.
Dirbêsiya li ser sînorê Tirkiyeyê, deriyên Sêmalka û Yarûbiyeyê ya ku vedibin Iraqê jî di destê komên kurdan de ne.