ÎSTANBÛL
Li Sûriyeyê DÎŞI ji 40 rojî zêdetir e ku êrîşan dibe ser Kobanêyê. Êrîşên DÎŞIyê yên li ser Kobanêyê di çapemeniya dinyayê de gelek cih digre û welatiyên sûriyeyê jî bertek nîşanî tevgera çapemeniyê didin û îdia dikin çapemenî bialî tevdigere.
Aktîvîstên sûriyî li ser medyaya civakî hevokên "Helep li kê derê ye? Li Sûriyeyê ye, Sûriye li kê derê ye? Li başûrê Kobanê ye." nivîsîn, bertek û rexneyên xwe yên di vê mijarê de parve kirin.