Aktîvîsta mafên mirovan a xwedî Xelata Aştiyê ya Nobelê ya yemenî Tevekkul Karmanê bangî hûsiyan kir ku teklîfa agirbestê qebûl bikin.
Karmanê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha axivî: "Ez bangî hûsiyan dikim bila agirbestê qebûl bikin, bangewazî bikin ku ew ji bo çekdanînê amade ne, ji hemû herêman vekişin, ji tundiyê dûr bisekinin û bibin partiyeke siyasî."
Karmanê wiha got: "Ez hêvî dikim ku Hûsî guh bidin bangewaziyê, him xwe him jî welêt ji van bûyeran biparêzin û digel serok Alî Abdullah Salihê ku ji wezîfeyê hatibû dûrxistin fêm bikin ku sedema şer û şideta Yemenê ew bixwe ne."
Karman wiha pê de çû: "Ji bo ji şidetê dûr bisekinin hê firsendek wan heye. Ev welat welatekî mezin e û besê hemûyan e. Divê kes cudawaziyê neke. Herwiha ji bo hevkariya netewî jî derfet hene."
Karman wiha axivî: "Divê di demeke kurt de şer bê rawestin, çek radestî dewletê bên kirin. Milîtan ji hemû herêm û bajêran vekişin. Ji bo ku çek bên rêya hewa, beja û behrê nekevin destê hêzekî din tewdîr bên hildan. Li gor zagona nû milîtan jî tevlî pêvajoya siyasî bibin, piştgiriyê bidin aboriya Yemenê, birînên di şer de vebûn bên dermankirin û bedêla zirara ji ber şer çêbû bê dayîn û di vê pêvajoyê de bi edelet tevbigerin."
Karmanê got ku divê li dijî kesên ku sûcê mirovahiyê kir li gor rêgezên hiqûqê tevdîr bên hildan, malên kamuyê yên ku desteser kiribûn başde bên sitandin û ji bo damezrandina artêşeke milî gavên ku hewce dikin bên avêtin û wiha pê de çû: "Ev hemû tekane rê ye ku li Ymenê ji nû ve aştî û demokrasî bê avakirin."
Aktîvîsta mafên mirovan Tevekkul Karman wiha dewam kir:
"Em hêvî dikin ku birayên me yên Hûsî û hevalbendên wan guh bidin dengê aqilê xwe, dev ji çek û şidetê berdin û ji bo demokrasî, aştî û berjewendiyên welêt tevbigerin."
Wezîrê Karên Derve yê DYAYê John Kerry û Wezîrê Karên Derve yê Erebistana Siûdî Adil el-Cûbeyr jî diyar kiribû ku li Yemenê ji bo 5 rojan agirbest hatiye îlan kirin û dê agirbest di 12ê gulanê de bikeve rewacê.