Fatih Gazioğlu
2019 ж. 16 қараша•Rojanekirin: 2019 ж. 17 қараша
Li Bexdayê di çalakiyên dijî hikûmetê tên kirin da Ednan Rustemê aktîvîst bi destê hin kesên ku nasnameya wan nayê zanîn va hat kuştin.
Li gor nûçeyên ku li medyaya herêmî derketin Rustemê aktîvîst ji 1ê cotmehê vir va beşdarî çalakiyên dijî hikûmetê tên kirin dibû.
Li gor agahiyan Rustem li Herêma Huriyetê ya ku dikeve rojavayê Bexdayê rastî êrîşa biçek hat. Di êrîşê da Rustem hat kuştin.
Li ser bûyerê Komîsyona Mafên Mirovî ya Meclisa Iraqê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ji bo dîtina kujeran bangî hikûmetê kir.
Li Iraqê çalakiyên ji ber bêkarî, gendelî û kêmasiya xizmetên dewletê di 1ê cotmehê da dest pê kiribûn hê dewam dikin. Heta niha 319 kes hatin kuştin û ji 15 hezarî zêdetir kes jî birîndar bûn.