Elif Orhan
16 Mijdar 2019•Rojanekirin: 17 Mijdar 2019
Hat ragihandin ku li wilayeta Nangarhara ku dikeve rojhilatê Efxanistanê piştî operasyona dijî DEAŞa rêxistina terorê 615 endamên DEAŞê teslîmê hêzên ewlehiyê bûn.
Wezareta Parastinê ya Efxanistanê eşkere kir ku li Açîna navçeya Nangarharê dijî DEAŞa rêxistina terorê operasyon kir.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku jin û zarok jî di nav da 615 mensûbên DEAŞê teslîmê hêzên ewlehiyê bûn û hat ragihandin ku di nav endamên DEAŞê yên teslîmbûyî da biyanî jî hene.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku operasyon didome.