Abdullah Tel
2015 ж. 06 қараша•Rojanekirin: 2015 ж. 07 қараша
ŞIRNAK
Li Şirnexê 10 endamên PKKya rêxistina terorê reviyan û hatin teslîmî hêzên ewlehiyê bûn.
Walîtiya Şirnexê daxuyanî da û diyar kir ku 10 kesên ku di nav PKK/KCKya rêxistina terorê de cih digirtin û çalak bûn ji rêxistinê reviyan û xwe radestî hêzên ewlehiyê kirin.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku miemeleyên terorîstan ji hêla meqamên edlî ve tên birêvebirin û hat gotin ku "Ji 21ê Adara 2013yan heta 5ê mijdara 2015yan hejmara kesên ku di nav PKK/KCKya rêxistina terorê de cih digirtin û paşê jê reviyan hatin li navçe û yan jî li bajarê me teslîmî hêzên ewlehiyê bûne, derketiye hezar û 9 kesî."