2015 ж. 29 қазан•Rojanekirin: 2015 ж. 29 қазан
ŞIRNAK
Li Şirnexê 8 endamên PKKya rêxistina terorê teslîm bûn.
Walîtiyê daxuyanî da û diyar kir ku 8 kesên ku di nav xebatên PKKê de cih digirtin, ji rêxistinê reviyan û li Şirnexê teslîmî hêzên ewlehiyê bûn.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku hemû muameleyên endamên rêxistina terorê yên teslîm bûn ji hêla meqamên dadî ve tê birêvebirin.
Hat gotin ku ji 21ê Adara 2013yan heta 28ê Cotmeha 2015yan li navend û navçeyên Şirnaxê bi tevahî 987 kes ji PKK/KCKya rêxistina terorê reviyan û teslîmî hêzên ewlehiyê bûn.