Kaplan ji partiya xwe bi Nazmî Gur ê Parlementerê Wanê re li meclisê civîna çapemeniyê li dar xist û diyar kir ku bûyerên li Mûsilê diqewimin mirov dikin nav qisawetê û ji ber vê yekê jî ew ji çavkaniyên herêmî agahiyan hildidin.
Kaplan destnîşan kir ku Wezareta Karên Hundir bi awayekî baş agahiyê nade wan û wiha dewam kir: "Rojava Tirkiyeyê ya herî girîng niha Tirkiye ye. Lewra Tirkiye bi gefeke pir mezin re rû bi rû ye."
Li Mûsilê nêzî 2 milyon însanên kurd, tirk û asûrî dijîn û Kaplan jî xwest ku bila Tirkiye di demeke kurt de ji bo wê derê tewdîrên berfireh bigire.
Hasîp Kaplan got ku ji bo Wezîrê Karên Derve Ahmet Davûtoglû der heqê rûdanên û geşedanên Mûsilê de koman agahdar bike dê Pêşniyaza Hevdîtina Giştî bidin.
Li ser pirsa rojnamegeran ya der heqê bûyera daxistina alayê de jî Kaplan got: "Em di vê mijarê de naxwazin zêde xeber bidin. Me got ku em vê tevgerê baş nabînin. Lûtkeya Dewletê li hemberî vê bûyerê bi awayekî aqlê selîm tevnegeriya. Serokên her du partiyên muxalefetê jî bi axaftinên xwe gel proveke dikin. Ewilî dibê kesên ku xwedî meqamên siyasî û berpirsyariyê ne hay ji gotinên xwe hebin."