Li Kabula paytextê Efxanistanê komeke parlementer û endamên Meclisa Senatoyê îdiayên ermeniyan ên der heqê bûyerên 1915an de şermezar kirin û gotin ku ligel Tirkiyeyê ne.
Endamên Meclisa Senatoyê û dora 20î parlementer li Karte Çara herêma Kabulê kom bûn û gotin ku efxan di her tehdeya ku li ser Tirkiyeyê tê kirin de ligel gelê Tirkiyeyê ye.
Arîkarê Duyemîn ê Şaxa Jêr a Parlementoya Efxanistanê Nazîr Ehmedzaî di axaftina xwe de got ku "Em wek misilmanên efxan ji bo ku em nîşan bidin ku em ligel gelê Tirkiyeyê ne kom bûn, em li hember hemû dînên li dinyayê rêz digirin, em li bendê ne ku neteweyên din jî li hember îslamê rêz bigirin."
Ehmedzaî diyar kir ku Tirkiye û Efxanistan tu welatên dost in û da zanîn ku hin welat ji bo ku îslamê xirab nîşan bidin tehdeyê li hin welatên îslamê dikin û xwest ku divê îdiayên ermeniyan li gor prensîbên navneteweyî bên nirxandin.
Ehmedzaî eşkere kir heke welatên din tehdeyê li Tirkiyeyê bikin dê gelê efxan ligel gelê Tirkiyeyê cî bigire.
Parlementerê Efxan Seyîd Enwer Sadat jî got îdiayên ermeniyan derew in, ev îdia li dijî Tirkiyeyê wekî tehdeyekê tê bikaranîn û wiha axivî: "Em îdiayên komkujiyê yên ermeniyan şermezar dikin û van îdiayan tesdîq nakin."
Sadat destnîşan kir ku Tirkiye welatekî aştîhez e û di serî de Efxanistan destê arîkariyê dirêjî gelek welatên hewcedarê arîkariyê dikin.
Endamê Meclisa Senatoyê yê Efxanistanê Anarkeli Hunerya jî got ku Tirkiye di warê perwerde, tenduristî û leşkeriyê de piştgiriyên girîng dide Efxanistanê, gelê efxan her dem ligel Tirkiyeyê cî digire.
Li cihên curbicur ên paytext Kabulê jî duh welatiyên efxan kom bibûn, îdiayên ermeniyan protesto kiribûn û destnîşan kiribûn ku gelê efxan li gel gelê Tirkiyeyê ye.