Welatên rojava yên ku bi gelek wesîleyan îdiayên ermeniyan ên der barê bûyerên 1915an de tînin rojevê, êşa bi milyonan misilmanên ku di heyama dawîn a Dewleta Osmaniyan de li Balqanan û Qafqasyayê mecbûrî koçê kirin û hatin qetlkirin, bi helwesteke standarta du alî nabîne.
Pirtûka Justin McCarthyê dîroknas û zanyarê nifûsê yê ku li Zanîngeha Louisvilleya DYAyê xebatên xwe berdewam dike ya bi navê "Mirin û Sirgûn: Muamaleya Paqijkirinê ya ku wek Netewe li Hember Misilmanên Osmaniyan Hat Kirin" a ku di sala 1995an de hat weşandin de qetlkirinên gelên misilman ên ku di navbera salên 1821-1922 de li Balqanan, Qafqasyayê, Qirim û Anadoluyê hatin kirin derdixîne holê.
McCarthy di pirtûkê de balê dikşîne ku misilman di serê salên 1800î de li Anadolu, Qirim û li paş wê, piraniya Qafqasyayê, Arnawîdî û li xeta ji Bosnayê heta Behra Reş di erdnîgariya ku hemû Başûrê Rojhilatê Ewropayê tê de cî digire de li hin herêman zêde ne, li hin herêman jî wekî kêmnetewe dijîn.
McCarthy qal dike piştî ku hêza Dewleta Osmaniyan nema û dewlet ber bi parçebûnê ve çû misilmanên ku li van axan dijiyan ji wir hatin derxistin an jî qetlkirin. McCarthy destnîşan dike ku di navbera salên 1821 û 1922yan de ji 5 milyonî zêdetir misilman hatin kuştin, hinek misilmanên ku hatin sirgûnkirin an jî mecbûr man ku koç bikin ji birçîna û ji ber nexweşiyan di rêyan de mirin.
Ji aliyê din ve der barê dîrokçeya qetlîama misilmanen li Balqanan, Qafqasyayê û Anadoluyê de li welatên rojavayê tu weşan tune, mirin di pirtûkên dersan û dîrokê de cî nagirin.
-Kuştinên ewil bi dewletê yewnanan hatin kirin
Justin McCarthy di pirtûka xwe de diyar dike ku tirkên li Trakyaya Rojava wekî astengiya li ber Yewnanistaneke serbixwe ya aidê yewnanan hatin dîtin û di serê salên 1800î bûn hedefê komeke çekdar a nijadperest, di sala 1821an de tirkên ku li gund û bajêran dijîn dibirin derveyî wargehan û dikuştin û di vê pêvajoyê de ji 25 hezarî zêdetir tirkên Trakyaya Rojava hatin kuştin.
-Zor dan misilmanan ku koç bikin
Li gor pirtûka McCarthy di serê sedsala 19emîn de di çarçoveya ûriskirinê ya li herêmê du alternatîf pêşkêşî Tatarên Nogay û Qirimê kirin: Ya dê sirgûnê herêmên nav Rûsyayê bûna an jî dê koçî Dewleta Osmaniyan bikirana.
Di pirtûkê de bal tê kişandin ku koça Tatarên Nogarê heta salên 1860î berdewam kir, herî kêm 300 hezar Tatar mecbûr man ku ji axa xwe dûr bikevin û koç bikin, dîsa di sedsala 19emîn de dengeya li Qafqasya û bajêrên rojhilat ên osmaniyan ji ber îstilayên ûris, serhildanên ermeniyan û ji bo koçkirinê zordayîna misilmanên qafqasyayî serobino bû.
Beriya îstilaya ûris gelê misilman ê li Qafqasyayê ji tirkên li herêma Ezerbeycan û Êrîvanê û komên wek çerkez, ebaza, çeçen-îngûş û daxistaniyan ên li herêmên din pêk dihat. Di pirtûkê de tê diyarkirin piştî ku ûris di sala 1864an de li Qafqasyayê kontrolê bi dest xist, zor dan misilmanan ku koç bikin. Tê gotin çerkezên misilman û gelên din ên ku zorê didin wan ku ji welatê xwe koç bikin, li lengergehên di bin kontrola ûris de li keştiyan tijî kirine, dema gihiştine axa osmaniyan di lengergeha Trabzonê de jimara kesên ku ji kêm xwedîkirin û nexwşiyê mirin digihişt 30 hezarî.
Justin McCarthy qetlîamên ku li wilayetên rojhilat ên Dewleta Osmaniyan û li Qafqasyayê di navbera salên 1877-1914an de hatin kirin, ji aliyê ûris ve bidestxistina axa misilmanan û hewldana ermeniyên cudahîxwaz a ji bo ku dest deynin li ser axên ku ji ûris mane nîşan dide.
McCarthy di pirtûka xwe de destnîşan dike ku li Rojhilatê Anadoluyê di şerê navbera misilman û ermeniyan de, ji sedî 62yê misilmanên li wileyata Wanê, ji sedî 42yê misilmanên Bidlîsê, ji sedî 31ê misilmanên Erzûrûmê hatin kuştin.
-Belavbûna nifûsê ya li Balqanan bi temamî guherî
Dîroknas û zanyarê nifûsê Justin McCarthy dibêje ku Şerê Tirkan û Ûris ya di salên 1877-1878an de ji bo tirkên ku li Bulxaristanê dijîn bû wek bobelatekê, ji ber qetlîamên yekîneyên ûris û bulxaran, ji birçîna, nexweşî û şertên li kampên ku koçber wir hatin bicîkirin mirov mirin.
Di pirtûkê de tê destnîşankirin ku ûrisên dixwestin ku li Bulxaristanê koka tirkan biqelînin malên tirkên ku ji herêmê koç kirin dişewitandin, ji bo ku nehêlin vegerin bi bulxaran re hevkarî dikirin, di sala 1911an de belavbûna nifûsê ya li Balqanan ji bînê ve guherî, bi mirinên ku di dema Şerên Balqanan de çêbûn êdî jimara misilmanan a li Balqanan kêm bû û bûn wek kêmnetewe.
-Yewnan hatin Îzmirê dest pê kirin û bi komî tirkan kuştin
Di pirtûka McCarthy de tê destnîşankirin ku di 15ê gulanê 1919an de dema yewnanan Anadoluya Rojava dagir kirin û berê xwe dan Îzmirê dest pê kirin û bi komî tirk kuştin.
Di pirtûkê de hat destnîşankirin ku wê heyamê li Anadoluya Rojava ji sedî 80yê nifûsê misilman bûn, di dema îşgalê de wargeh hatin şewitandin ji 1912an heta 1922yan li Anadoluya Rojava milyonek û 246 hezar û 68 misilman mirin. Tê qisekirin dema ku dawî li van şeran hat li Balqanan jimara tirkan gelekî kêm bû û ji Qafqasyayê çerkez, laz, ebaza, tirk û komên misilman ên biçûktir ji welatên xwe hatin derxistin û sirgûnkirin.
McCarthy di pirtûkê de balê dikişîne ku li herêma Sirbistanê heta Qafqasyayê li gelek netewdewletan yekîtiya etnîk û dîni bi li van deran bi sirgûnkirina misilmanan hat pêkanîn. McCarthy destnîşan dike ku piraniya pirtûkê dîrokî de ji ser nefreta ku ji bo kêmneteweyan tenê qala koça mecbûri ya ermeniyên osmaniyan tê kirin, digel rastiyên dîrokî tiştên ku li Balqanan û Qafqasyayê qewimîn tên paşguhkirin.
-Ji 5 milyonî zêdetir misilman hatin kuştin
Di pirtûkê de dan zanîn ku vê heyamê li Balqanan, Qirimê, Qafqasyayê û Anadoluyê ji 5 milyonî zêdetir misilman hatin kuştin, ûris seranserê 100 salî polîtîkayên ku xwe dispêre jicîdûrxistina misilmanan kir, ûris zor da tatarên Qirimê û çerkezan ku koç bikin û ermeniyan cihê ku li Qafqasyaya Başûr ji tirkan xalî ma bi cî kir.
news_share_descriptionsubscription_contact


