ÎDLIB
Hat ragihandin ku li Sûriyeyê piraniya Cisr eş-Şuxura navçeya Îdlibê ket destê muxalifan.
Ji fermandarê seheyê yê muxalifan Ebû Kuteyde daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got: "Êrîşê bi navê operasyona serfiraziyê dest pê kir, cihên eskerî yên li Cisr eş-Şuxurê, febrîkeya şekir, Bişlemun û Dîbîs ketin bin kontrola me."
Ebû Kuteyde destnîşan kir ku piraniya navçeyê xistine bin konrola xwe û wiha dewam kir: "Li derdora nexweşxaneya ku hêzên rejimê wek baregeh bi kar tînin şerekî tund heye. Li derdora navçeyê şer heye. Di şer de zirara hêzên Esed pir e. Di operasyona serfiraziyê de Eniya Nusrayê, Lîwaya Ehraru'ş-Şam, Artêşa Îslamê û Yekîtiya Enşar'uş-Şamê cih digirin."