Di êrîşa xwekûjiyê ya li navçeya Han Abada girêdayê Kûndûza wilayeta li bakûrê Efxanistanê de 22 kes mirin.
Berdevkê Miduriyeta Ewlehiya Kûndûzê Saîd Server Huseyîn daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku êrîşvan bombeyên li ser xwe di nav polêsên sivîl yên li herêma Bander-î Şûraba Han Abadê kom bibûn teqand. Huseynî ragihand ku di êrîşê de di nav de polêsên sivîl, bi tevahî 22 kes mirin û ji 10î zêdetir polês jî birîndar bûn.
Hat ragihandin ku rewşa hin birîndaran xedar e. Berdevkê Talîban Zabîhûllah Mucahît ragihand ku ev êrîş ji aliyê wan ve hatiye kirin û îdiakir di teqînê de 7 fermandarên polêsên sivîl jî di nav de 31 kes mirin, 26 polêsên sivîl jî birîndar bûn. Mucahît got ku navê milîtanê ku çalakî kir jî Tarek Kûndûzî ye.