Li Enbara navçeya Iraqê milîtanên DÎŞIyê du êrîşên xwekujiyê kirin. Li gor agahiyên ewil, di êrîşan de 5 kes mirin û 5 kes jî birîndar bûn.
Şefê Polêsan ê Midûriyeta Ewlekariya Enbarê Ehmed Saddaq daxuyand ku milîtanên DÎŞIyê du wesayîtên bombebarkirî ve li navçeya Hîtê ya ku 70 kîlomêtro dûrî Ramadiyê ye êrîşeke xwekujiyê kirin.
Saddaq daxuyand ku li gor agahiyên ewil di êrîşê de 2 çalakvanên xwekujiyê û polêsek bi giştî 3 kes mirin û 3 polês jî birîndar bûn. Saddaq got ku milîtanan êrîşa din jî li cihekî kontrolê ya leşkeran kir. Li wir jî çalakvanê ku êrîş kir û leşkerek mir, 2 kes jî birîndar bûn.
Li Iraqê piştî ku komên biçek yên bi serkêşiya rêxistina terorê DÎŞIyê di meha hezîranê de Mûsil û hin bajar bi dest xistin, li welêt di navbera DÎŞI û komên ewlekariyê de pêvçûn dewam dikin. Koalîsyona navneteweyî ya bi serokatiya Amerîkayê ev demek e ji hewayê êrîşî hedefên DÎŞIyê dike.