Lijneya Giştî ya Meclisa Parlementeran a Konseya Ewropayê (MPKE) bang li dewletên endam kir ku li dijî talûkeya DÎŞIyê piştgiriyê bidin hikûmeta Iraqê.
Lijneya Giştî ya MPKEyê di rûniştina "mijarên lezgîn" de li ser talûkeya DÎŞIyê civiya. Di rûniştinê de rapor û pêşnumeya der heqê mijarê de hat qebûlkirin.
Di biryarê de hişyarî hat dayîn û wiha hat gotin: "Li Rojhilata Navîn, taybetî jî li Iraq û Sûriyeyê DÎŞI û rêxistinên terorê yên wekî DÎŞIyê li herêmê ji bo civakên dînî talûke ne û her ku diçe talûke mezin dibe."
Di biryarê de hat destnîşankirin ku divê li Iraq û Sûriyeyê qetlîam bên sekinandin û Konseya Ewropayê bang dike ku dewletên endam ji bo aştî û aramiya herêmê bikevin binê vî barî.