Elî Razî Shiriyê 15 salî yê efxanistanî ku 6 meh berê digel malbata xwe hat Samsûna bajarê Tirkiyeyê bi cih bû, ji bo debara malbata xwe bike, li bazaran kartolan difroşe.
Elî digel diya xwe Rezvanah Amînî (36), bavê xwe yê nexweş Nazar Shirî (40), xwişk û birayên xwe Somaneh (10), Hamed (16) û Someyeh Shirî (5) di xaniyekî du ode de li Taxa Ûnkapaniyê dijî.
Elî Razî Shirî daxuyanî da nûçegihanê AAyê got ku di nav şert û mercên dijwar de dixebite; lê mecbûr e.
Shirî got ku ew kartolan dibe bazara taxê, difroşe û pere qezenc dike û wiha dewam kir: "Kartolan dibim bazarê difroşim. Lê ev kar zehf zehmet e. Ez niha naxwazim bixwînim. Ez mecbûr im bixebitim, ji ber vê yekê naxwazim bixwînim. Di xeyalên min de xwendin tuneye. Heke malbata min bi hêsanî debara xwe bike, an alîkariyê bidin malbata min, ez ê wê çaxê bixwînim. Ez a niha naxwazim bixwînim."
Amîniya diya Elî jî got ku li Îranê li Efxanan neheqî dihat kirin, zarokên me li wir nekarîbûn herin dibistanê, em ji ber vê yekê 6 meh berê hatin Tirkiyeyê bi cih bûn.
Amîniyê got ku ji ber mêrê wê nexweş e, lawê wê Elî debara malê dike û wiha axivî: "Em nikarin kirêya xanî bidin. Lawê min dixebite. Lê em nikarin heqê xaz, ceyran û avê bidin. Ji bilî vê tu pirsgirêkên me nînin."
Amîniyê got ku ew ji Tirkiyeyê hez dike û wiha dewam kir:
"Ez naxwazim vegerim Îran an jî Efxanistanê. Li wir zarokên min nikarin bixwînin. Li vir du zarokên min dixwînin. Tu planên me ji bo pêşerojê tunene lê em ji bo ku li Tirkiyeyê ne bextewar in. Hemû xwişk û birayên min li Îranê ne, ez jî nêzî 20 salan li wir mam. Tu kesî alîkarî neda me. Zarok neçûn dibistanê. Li vir xwendin hêsantir e."