Li Ahlatê di nêzî 20 hezar donimî de çandiniya kartolan hat kirin û ev çandin jî ji bo hatiniya cotkaran bû derfeteke nû.
Serokê Odeya Ziraetê ya Ahlatê Necat Demîrhan di erdên ku tê de kartol hatine danîn de lêkolîn kir û der barê hêvî û bendewariyên cotkaran de daxuyanî da nûçegihanê AAyê.
Demîrhan destnîşan kir ku hêviya wan ew e ji 20 hezar donim erdê ku kartol danîne 120 ton kartol hilînin û wiha pê de çû: "Kartolên ku îsal hatin danîn him bi bihaya xwe û him jî bi qalîteya xwe cotkar kêfxweş kirin. Li navçeya me derxistina kartolan ya ji erdê dereng dest pê dike. Kartolên navçeya me ji ber vê taybetiya xwe jî li çar aliyê welêt zû tên firotin. Bi çandiniya kartolan nêzî 15 hezar kes ji bo 8 mehan dibin xwediyê kar. Ev jî ji bo hatiniya gelê navçeya me derfeteke nû ye."