Kevirê ku li Ahlata navçeya Bitlîsê tê derxistin li herêmê di mizgeft, avahî, mal û berhemên dîrokî de tê bikaranîn. Kevirê Xelatê niha jî îxracî Amerîka, Sîngapûr û Komara Tirk a Qibrisa Bakur tê kirin.
Kevirê Ahlatê ji bilî gewzîna xwe bi du taybetiyên xwe jî ji kevirên din cuda dibe. Ji van taybetiyan yek tîna kevir e. Avahiyên ku bi vî kevirî tên çêkirin havînê hênik in û zivistanê jî germ in. Taybetiyeke din a kevirê Ahlatê jî îzolasyonê yanî dengê hundir nade derve û dengê derve jî nade hundir. Bi saya van taybetiyan jî fîrmayên herêmê dest bi bazirganiya kevirê Ahlatê kirin û niha îxracî derveyî welêt dikin.
Niha di nav welatên kiryar de Amerîka, Sîngapûr û Komara Tirk a Qibrisa Bakur cih digrin.
Serokê Kooperatîfa Kevirê Avahiyê yê Ahlatê Metîn Coşkun diyar kir ku bi hewl û xebatên hostayên kevir û fîrmayên herêmê kevirê Ahlatê difiroşin hemû deverên Tirkiyê. Coşkun gelek taybetiyên kevirê Ahlatê rêz kir û wiha got: "Kevirê Ahlatê bi saya taybetiya xwe ya ku li gor demsalan zêde zirarê nabîne li Amerîkayê wek kevirê peyarê tê bikaranîn. Weke ku hûn jî zanin li Sîngapûrê her tim baran heye. Lê kevirê me yê Ahlatê ji ber ku rengê xwe naguherîne û zû naderize li wê derê tê bikaranîn. Ji bilî mizgeftan di çêkirina minare, avahî, kanî û kêlikên goran de jî kevirê Ahlatê tê bikaranîn."