Hingivê Bîngolê ku YEyê tescîl kiriye wê bo Amerîka û Rojhilata Navîn bê îxrackirin

Bingöl
Hingivê Bîngolê ku yekem hingivê Tirkiyeyê yê ku ji aliyê Yekîtiya Ewropayê (YE) va bi îşareta coxrafî va hatiye tescîlkirin wê ji bo Amerîka, Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereban û Qeterê bê îxrackirin.
Li Bîngola ku xwedî florayeke dewlemend e heyama komkirina hingiv dest pê kir.
Hingivê Bîngolê li cihên raqim bilind ên herêmê tê bidestxistin. Hingiv ewil di kewaran da kom dibe û paşê ji kewaran tê derxistin.
Fîrmayeke li Bîngolê ya ku ji sala 1970yî vir va hingivê Bîngolê hildiberîne, hingiv difroşe dervayî welat jî.
Hingivê ku sala par hat tescîlkirin îsal hê zêdetir tê telebkirin.
Fîrma îsal ji bo Amerîka, Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereban û Qeterê wê hingiv îxrac bike.
Ji xwediyên fîrmayê Yusuf Beri ji nûçegihanê AAyê ra got ku wan li Karliova û Yedîsuyê navçeyên Bîngolê dest bi komkirina hingiv kir û wiha domand:
"Di serî da Almanya, Hollanda, Fransa em hingiv îxracî 9 welatan dikin. Piştî ku ji aliyê Yekîtiya Ewropayê va bi îşareta coxrafî hat tescîlkirin êdî wê ji bo Amerîka, Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereban û Qeterê jî bê îxrackirin."
Hasan Çakmakê ji gundê Kaynarpinara Karliovayê ku 39 sal in mozvaniyê dike got ku ew zivistanê mozên xwe dibe Aydinê, di meha gulanê da jî vedigere gund.