Tirkiye

Li Çukurcayê aşên dîrokî tên restorekirin

Şaredariya Çukurcaya navçeya Hekariyê ku Wezareta Karên Navxweyî cîgirê şaredar lê wezîfedar kir, dest bi xebatên restorasyona 2 aşên kevir ku 400 salî ne, kirin.

İbrahim Atmaca  | 26.09.2018 - Rojanekırın : 27.09.2018
Li Çukurcayê aşên dîrokî tên restorekirin

Hakkari

HAKKARÎ

Şaredariya Çukurcaya navçeya Hekariyê ku Wezareta Karên Navxweyî cîgirê şaredar lê wezîfedar kir, dest bi xebatên restorasyona 2 aşên kevir ku 400 salî ne, kirin.

Aşên ku li taxa Yeşîlçeşmeyê ne, heta 6 sal berê jî dihatin xebitandin û şaredarî wê ji bo tûrîzmê bi derfetê xwe va restore bike.

Qaymeqam û Cîgirê Şaredar Temel Ayca xebatên aşan di cî da kontrol kir. Di aşan da berên wek kuncî, birinc, genim û gilgil ku li navçeyê tên çandin, wê werin hêran.

Ayca li wê derê daxuyanî da û got ku şaredariyê ji bo danasîna navçeyê proje dan destpêkirin û mebesta wan ew e ku kunciyê tehîna Çukurcayê ku ji gelek bajaran seba tehma wê sparîş tên, di van aşan da bihêrin û têxin marqe.

Ayca got, "Aşê 400 salî ji ber ku salên dûr û dirêj nehatiye xebitandin, di rewşeke pir xerab da bû. Em jî wek şaredarî restore dikin. Piştî restorekirinê em ê îsal kunciyan tê da bihêrin û pê tehîna Çukurcayê çêkin."

Ayca got ku bi saya serê marqeyê kuncî wê zêde bin û wan navê marqeyê wek "Zap" tescîl kir.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın