Waliyê Şanliûrfayê Celalettîn Guvenç destnîşan kir ku 2 hezar miyên îvesiyê dê bifiroşin Walîtiya Mûsila Iraqê.
Walî Guvenç û Waliyê Mûsila Iraqê Esîl en-Nûceyfî û heyeta ku pê re bû li Ceylanpinarê tesîsa TÎGEMÊê ziyaret kirin.
Wekîlê Midûrê Tesîsê Metîn Yûrdakûl der barê xebatên ku li tesîsa TÎGEMê tên kirin de agahî da heyetê. Herdu walî ji wê derê derbasî tesîsa dotinê bûn û li wir hin lêkolîn kirin.
Walî Guvenç bal kişand ser ziyareta Walîyê Mûsilê û got: "Waliyê me dixwaze li çêwlikên Mûsilê miyên îvesîyê xwedî bike. Ji bo vê jî biryar da ku ji me 2 hezar mêşinî bistîne. Em bi midûrê me yê TÎGEMê re axivîn, di hefta pêş me de 500 heb mêşinî dişînin. Di meha nîsanê de jî hezar û 500 miyên mayî em ê bişînin. Emê protokelekê îmze bikin û ji wê derê dê rêncber bên û li vê derê xwedîkirina van mîyan hîn bibin.
Waliyê Mûsilê Esîl en-Nûceyfî jî diyar kir ku ziyaret ji bo wan pir baş derbas bû û ew jî dixwazin ku têkiliyên di navbera herdu bajaran de pêşvetir biçe.