Li gor agahiyên Navende Şopandina Erdheja Neteweyî ya Enstîtuya Lêkolînên Erdhejê û Rasatxaneya Qandîlliya Zanîngeha Bogazîçiyê li gundê Ûlûdereya li ser Ahlat (Xelata) Bidlîsê di saet 14.47an de erdhejeke ku lerza wê 3.2 çêbû.
Ji ber erdhejê gundî tirsiyan, lê di erdhejê de tu kes nemir, birîndar nebûn û tu xisar jî negîhîşte avahiyan.