SÎVAS TAHÎR TURAN EROGLÛ - SEYÎT AHMET EKSÎK
Nêzikî 550 paleyên ji Adiyamanê, ji bo nanê xwe hatin Sîvasê û di şert û mercên nebaş de di zeviyên kartolan de rojane bi 30 lîreyî dixebitin. Pale ji mal û bajarê xwe dûr, di konan de dijîn.
Pale di konên ku li ber çemê Kizilirmakê danîne de di nav şert û mercên nebaş de dijîn. Pale sibehê zû şiyar dibin, li ser motor û tirimbêlan bi awayekî xeternak ber bi zeviyên kartolan ve diçin û hetanî êvarê ji bo 30 lîreyî dixebitin.
Paleyên ku di nav wan de xwendekarên lîse û zanîngehê jî hene, ji jiyana bajêr û teknolojiyê dûr ji bo debara xwe di bin tavê de hetanî êvarê dixebitin. Paleyên ku heta êvarê dixebitin êvaran jî radyoyê guhdarî dikin û çaya li ser êgir dem dikin, vedixwin û bêhna xwe vedidin.
Jinên ku hetanî êvarê bi mêrên xwe re di zeviyan de kartolan berhev dikin, êvarê jî nasekinin û cil û bergên zarokên xwe amade dikin, şîvê çêdikin.
Pale Şevket Dag ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku wan pêşî li Malatyayê mişmiş berhev kirin û piştre li Gîresûnê bindeq kom kirin û niha jî li Sîvasê di zeviyên kartolan de dixebitin.
Dag bal kişand ser rewşa van a nebaş û got: "Em di konan de dijîn. Her paleyek di rojê de herî kêm milyon û nîv ton kartolan berhev dike. Milyon û nîv ton kartol yewmiyeyek e. Niha em bi tevahî 550 kes in."
"Heke me karibûya li gundê xwe debara xwe bikira em nedihatin li vir"
Kiymet Cumbuşê jî got ku ew sê meh berê zewiciye, lê ji ber xizaniyê hatine paletiyê dikin û wiha dewam kir: "Hûn konên me dibînin, em dê li vir mehek bixebitin û ku karên li vir biqede em dê ji vir derbasî cihek din bibin û pûrteqalan berhev bikin. Em dê li wir jî mehek bimînin. Di seranserê salê de em tenê du meh li malên xwe dimînin. Heke me karibûya li gundê xwe debara xwe bikira, em dê ji gundên xwe derneketana û nehitna xerîbiyê. Niha em li vir ji aliyekê ve paqijiya konên xwe dikin, şîvê çêdikin ji aliyê din ve jî paletiyê dikin. Em neçar in, ji bo debara xwe dixebitin."
Karker Nazim Firat jî wiha axivî: "Li gundê me ji bilî genim tiştek tuneye. Pereyê ku em ji genim jî qezenc dikin têra motor û mazotê nake. Em mecbûr dimînin ku derkevin xerîbiyê. Seranserê salê em bajar bi bajar digerin. Niha em kartolan berhev dikin, dawiyê em dê herin Mersînê pûrteqalan kom bikin. Em di seranserê salê de tenê 2 meh li malên xwe dimînin."
Xwendekar ji bo xerceya xwe qezenc bikin paletiyê dikin
Xwendekarê Zanîngeha Korkût Atayê ya Osmaniyeyê Osman Dag (21) yê ku tevî malbata xwe paletiyê dike wiha got: "Em piçek aciz dibin, lê bê xebat jî nabe. Danê sibehê pir sar e, şiyar bûn zehmet e, her wiha danê nîvrojî pir germ dibe. Em di bin şert û mercên ne tenduristî de li ser piya hetanî êvarê dixebitin."