2016 ж. 10 маусым•Rojanekirin: 2016 ж. 10 маусым
KONYA
Li Eregliya navçeya Konyayê TIR û minîbus li hev qelibîn, di qezayê da 10 kes mirin û 4 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên hatin hildan li texma 20emîn kîlometreya rêya Ereglî-Konyayê TIRa bi plakeya 42 EJB 02 ku Eser Gursoy diajot û minîbusa bi plakeya 63 S 1036 li hev qelibîn.
Anegorî agahiyên ewil di qezayê da 6 kes mirin û 5 kes jî birîndar bûn. Ekîbên agirkujiyê hewl didin ku cinazeyên di minîbusê da asê mane derbixin. Dibe ku hin pale ji ber qezayê ketibin bin minîbusê û ji bo vê yekê jî xebatan dest pê kir. Hêzên ewlehiyê jî li cihê bûyerê xebat û lêkolînên xwe dikin.