Li Madena navçeya Elezîzê minîbuseke ku di tê de 20 kes hebû welgeriya. Di qezayê de 2 kes mirin û 6 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyan minîbûsa ku şofêrê wê Huseyîn Atici û plaqeya wê 23 LR 508 bû kesên ku ji navendê dewatê vedigeriyan ku herin malên xwe dibir, li nêzîkî gundê Altintarlayê welgeriya û dîrega ceyranê qelibî.
Di qezayê de Senaî Yilmaz û Semra Sagci mirin. Şofêrê minîbusê Huseyîn Atici û 5 kesên ku nasnameya wan hê nehat diyarkirin birîndar bûn.
Birîndar rakirin nexweşxaneyê.