Li Başqaleya navçeya Wanê minîbusa ku tê de mamoste hebûn wergeriya şerempolê û 10 mamoste û ajokar birîndar bûn.
Minîbusa ku Fatîh Keskîn diajot û mamosteyên ku di ezmûna TEOGê ya li Dibistana Yûnûs Emre ya li Eşmepinara taxa Başqaleyê piştî ezmûnê dibir cihên wan, li nêzî mewqiya Kavûrgayê ya rêbeja Başqale-Wanê wergeriya şerempolê.
Di qezayê de mamoste Gulsum Çakir, N. Canan Îzdîl, Emîne Koşker, Sîbel Avci, M. Nûr Ozgun, Mustafa Kuçuk, Tugçe Ceren, Cemîle Davutoglu, Ç. Îhsan Demîr, Fatîh Yildirim û ajokar Keskîn birîndar bûn.
Wesayîtên ku ji rê re derbas dibûn û ambûlansan birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Başqaleyê û piştî mudaxeleyê birîndar sewqî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Herêma Wanê kirin.