ŞIRNAK
Li gorî agahiyan li gundê Tekeya li ser navçeya Îdilê di navbera malbatên Oklu û Algur yên ku neyarê hevdu ne de şer derket. Di şerê ku çek û kêr hatin bikaranîn de Ramazan, Kamûran û Adil Oklu û Evdilcelîl, Okan, Birhan û Evdilkerîm Algur birîndar bûn.
Hat ragihandin ku birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Îdilê. Ji ber ku rewşa Evdilcelîl Algul xirab bû, piştî midexeleya ewil ya li Nexweşxaneya Dewletê ya Îdilê, rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê.