07 Adar 2016•Rojanekirin: 08 Adar 2016
PEKÎN
Li Çînê di teqîna gaza metanê ya li kana madenekê da 12 kes mirin.
Li gorî nûçeya ajansa Şînxuwayê, li bajarê Bayşana eyalata Cilînê ku dikeve bakurê Çînê, li kaneke madenê da teqîneke metanê çêbûye û 12 kes tê da mirine.
Rayedaran herwiha ragihand, kesek jî bi birîndarî ji wê teqîna kanê filitiye û lêpirsîn der barê bûyerê da didome.