06 Adar 2016•Rojanekirin: 07 Adar 2016
AYDIN
Li Dîdîma navçeya Aydinê keştiya ku penaberan dibir, binav bû. Di bûyerê de li gor agahiyên ewil 25 kes mirin, 15 kes jî sax hatin xilaskirin.
Li gor agahiya Fermandariya Ewlehiyê ya Qeraxê keştiya penaberan ya bi navê "Fermandar 2" li nêzîkî Mavîşehira Dîdîmê binav bû. Piştî îxbarê hêzên Fermandariya Ewlehiyê ya Qeraxê bi 3 botan û firokeyekî ve, hêzên girêdayî Fermandariya Hêzên Hewayê jî bi firokeyekî ve gihîştin herêmê.
Bi xebatan ve jê 2 kes jin, jê yek zarok, bi giştî 15 penaber sax hatin xilaskirin. Di nav de zarok û jin cesedê 25 kesan jî ji behrê hat xilaskirin.
Hat ragihandin ku hin penaber winda ne. Ji bo ku kesên winda bên dîtin xebat dewam dikin.
Li behra Egeyê herî dawîn di 8ê sibatê de qezayek çêbubû û 27 kes miribûn û 4 kes jî sax hatibûn xilaskirin.