Li Mîdyatê 6 hezar û 203 pênaberên ku di kampê de dimînin ji bo aşîtî bê welatê wan dia dikin.
Nîdar Katrîpa sûriyeyî daxuniyek da nûçegihanê AAyê û got ku di kampê de gelek baş li wan dinêrin û ji bo cih û perwerdeya zarokan tu kemasiya wan tune ye.
Katrîp destnîşan kir ku daxwaza wan ya herî mezin ew e ku şerê li welatê wan dawî bibe û wiha dewam kir: "Înşellah şêrê sûriyeyê dawî be û em ê jî vegerîn welatê xwe. Em gelek bêriya welat, ax û merivên xwe dikin."
Davît Bratê ezîdî yê ku di kampê de mamostetiyê dike jî wiha got: "Li Tirkiyeyê jimara pênaberan gelek zêde bû. Lê em ji alikariyan gelek memnûn in. Tirkiye çawa li welatiyên xwe dinêre ji me re jî wisa dinêre. Dîsa jî tu cih wek welatê merivan nagre. Em dia dikin ku ev şer zû xilas bibe."