Wezareta Karên Navxweyî der barê bombeyên ku li avahiyên HDPyê yên li Edene û Mêrsînê teqîyan de agahî dan. Wezaretê ragihand kesê ku çalakî pêk anî jî li Enqereyê di sala 2007an de ji ber ku tevlî çalakiyên rêxistina dereqanûnî ya çepgir bûye, hatiye girtin û di heman salê de bi hinceta ku têkiliya wî bi fealiyetên rêxistina dereqanûnî ya çepgir DHKP-Cyê heye, hatiye binçavkirin.
Da daxuyaniya wezaretê de hat bibîrxistin ku di 18ê gulanê roja duşemê saet 10.00an de li avahiyên HDPyê yên li Edene Seyhan û Mêrsîn Akdenîzê di encama teqîna bombeyên bi dest çêkirî de 4 kes birîndar bûn û di avahiyan de xesar çêbû.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku şaxên ewlekariyê yên eleqedar nasnameya êrîşkar tespît kirin û wiha hat berdewam kirin:
"Li gor lêkolînan êrîşkar li Enqereyê di sala 2007an de tevlî çalakiyên rêxistineke dereqanûnî ya çepgir bûye û ji ber vê yekê hatiye girtin; dîsa di heman salê de bi hinceta ku têkiliya wî bi fealiyetên rêxistina dereqanûnî ya çepgir DHKP-Cyê heye, li Stenbolê hatiye binçavkirin. Hêzên ewlekariyê der barê teqînan de bê navber û bi hûrgulî dest bi lêpirsînê kirin. Di encama lêkolînan de hat têgihîştin ku bûyer ji ber teqîna mekanîzmaya teqemeniyên di nava guldankê de pêk hat.
Di encama lêkolîna hêzên me yên ewlekariyê ya pir bi hûrgulî de hat kifşkirin bombeyên ku li avahiyên HDPyê yên li Edene û Mêrsînê teqîyan, rojek berê bi destê mêrekî hatin danîn, ev kes di sala 1990î de tevî malbata xwe ji Wanê koçî Edeneyê kirin û kiryarê herdu çalakiyan jî heman kes e."
Di daxuyaniyê de ji kesên ku di teqînê de birîndar bûn re gotin, "Xwedê şifayê bişîne" û wiha hat domandin: "Ji bo qefaltina fail xebat bi hûrgulî dewam dikin."