Berdevkê polêsan Frank Mbayê di daxuyaniya xwe de got ku, di teqîna ku li Banex&Emablêya navenda danûstendinê ya ku li herêma Wuseyê pêk hat de 21 kes mirin û 17 kes jî birîndar bûn.
Hat destnîşankirin ku ji ber teqînê di gelek erebeyan de jî xisar çêbû.
Ji şahidên bûyerê Ojo Kenny daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku dema ku ji cihê bûyerê dûr diket herî kêm termê 5 kesan dîtiye.
Kenny destnîşan kir ku piştî bûyerê polês û ekîbên ewlekariyê li herêmê tedbîrên ewlehiyê hildan û ji bo ku term ji avahiyê bên derxistin dixebitin.
Berdevkê Lijneya Rêveberiya Acil a Neteweyî Sannî Dattî jî diyar kir ku kontrola avahiyê di destê hêzên ewlekariyê de ye.
Rayedaran hefteya borî hişyarî dabûn ku hin rêxistin ji bo ku êrîşî Abujayê bikin planan çêdikin.
Li Abujaya paytextê Nîjeryayê di van 2 mehên dawiyê de ev 3 car e ku teqîn çêdibin.