İbrahim Atmaca
26 Rêbendan 2021•Rojanekirin: 26 Rêbendan 2021
Hat ragihandin ku li Girava Cavayê ya Endonezyayê di Çiyayê Agirîn ê Merapiyê da teqîn çêbû.
Li gor daxuyaniya ku ji Navenda Volkanolojî û Kêmkirina Afata Jeolojîkê (PVMBG) hat dayîn, di teqînê da xalî û dûyê ku ji çiyayê agirîn pekiya, 400 mêtre bilind bû.
Di daxuyaniyê da hat gotin, lava ku ji çiyayê derket, ji aliyê başûrê rojava va heta 1000 mêtre berjêrî quntarê çiyê bû.
Rayedar hişyariyê dubare dikin ku tu kes heta 5 kîlomêtreyan nêzî derdora çiyayê agirîn nebe.
Çiyayê Agirîn ê Merapiyê li Girava Cavayê ye û 2 hezar û 968 mêtre bilind e. Çiya di 2010ê da teqiyabû û 347 kes miribûn.
Pergala hişyariyê ya çiyayê agirîn "kesk", "zer", "turuncu" û ya herî talûke "sor" e.