ERBÎL
Li Herêma Kurdistana Iraqa Federal di êrîşên ku li dijî Midûriyeta Giştî ya Ewlekariyê hatin kirin de hejmara miriyan bû 12. Hat ragihandin ku ji miriyan 6 kes çalakvanên xwekuştinê ne û 6 kes jî ji hêzên ewlehiyê ne.
Midûriyeta Giştî ya Ewlekariyê ya HKIFê der barê êrîşê de li ser malpera înternetê ya fermî ya hîkûmetê daxuyaniyeke nivîskî da.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku êrîş di saet 13.24an de li ber avahiyê Midûriyeta Giştî ya Ewlekariyê ya Hewlêrê çêbûne. Pêşiyê êrişkarekî ku di hundirê mînîbusekê de xwestiye ku bikeve avahiyê ewlehiyê û di navbera wî û hêzên ewlekariyê de pevçûn qewimiye.
Di vê kêliyê de bombeya di hundirê mînîbusê teqiya ye. Piştî teqînê 4 çalakvanên xwekuştinê bi çekên xwe ve xwestine ku bikevin avahiyê ewlehiyê, lê ev kes hatine kuştin. Piştî vê bûyerê çend deqîqe şûn de çalakvanekî xwekuştinê bi ambulansekî ve nêzîkî avahiya ewlehiyê bûye û bombe teqandiye.
Piştî 6 salan cara ewil
Di daxuyaniyê de hat gotin ku 6 çalakvanên xwekuştinê û 6 hêzên ewlehiyê mirin e û hejmara birîndaran jî ji 50 kesan zêdetir e. Di daxuyaniyê de wiha hat dewamkirin: "Ev teqîn di pêvajoya demokratîkbûna Kurdistanê de pêk hat. Ev jî nişan dide hin kes naxwazin Kurdistan pêşde here. Li herêma me piştî 6 salan êrîşeke wiha çêdibe. Helbet di nav 6 salan de êrîş çêbûne lê hêzên ewlehiyê destûr nedane ku ew pêk bên. Divê em hemû ji bîr nekin herêma ku em lê dijîn û îstîkrar û ewlehî heye. Ji ber vê kesên ku dixwazin vê ewlehyê û îstikrarê xirab bikin henin, ev eşkere ye."
Lîsteya yekitiyên Sunnî êrîşa li ber Midûriyeta Giştî ya Ewlekariyê bi peyamekî ve şermazar kir.
Di peyamê de hat gotin ku li Iraqê cihê aramiyê Hewler e û kesên ku teqîneke wiha kirin dixwazin ku welêt tevlihev bikin.