Hat ragihandin ku li navçeya Reyhanliyê, li zêwîyeke vala ya nêzî sînorê Sûriyeyê teqîn çêbû û di teqînê de 2 kes birîndar bûn.
Walîtiyê li ser malpera xwe daxuyand ku, di saet 02.35an de, li Taxa Bahçelîevlerê li zêviyeke vala teqîn çêbû. Tê texmînkirin ku teqemenî ya ku ket ser zêviyê ji aliyê Sûriyeyê ve hat û ji cureyeke "teqemeniyê leşkerî" ye.
Di xaniyên nêzî qada ku lê teqîn çêbû de xesar pêk hat û 2 kes birîndar bûn. Hat ragihandin ku der barê bûyerê de tehqîqata îdarî û edlî dan destpêkirin û lêkolînîn berdewam dike.