DIYARBAKIR
Li Pasûra navçeya Diyarbekirê di avahiyekî de şewat derket, di encama şewatê de kesek birîndar bû.
Li gor agahiyên ku hatin standin, bi sedemeke nediyar agir bi avahiyê Medenî Yildiz ku li Taxa Eskiyê Kolana Cengîztopelê ye, ket.
Li ser gazîkirina cîranan tîmên îtfaiyê yên şarederiyê hatin û agir temirandin. Li avahiyê zirara madî çêbû.
Xwediyê malê Yildiz ji ber dûyê agir aciz bû û ew rakirin Nexweşxaneya Dewlet ya Pasûrê.