KERKÛK
Li sê cihên cuda ên Kerkûkê êrîşên bi bombe hatin kirin. Hat ragihandin ku di encama êrîşan de 2 kes mirin û 6 kes jî birîndar bûn.
Teqîna yekem li Domiza taxa Kerkûkê li herêma ku wek çarrê tê binavkirin de, li ber Hiseyniyeya Mistefa ya aidê şiiyan çêbû. Wesayîta bombebarkirî ya ku hatibû parkkirin, ji aliyê kesên ku nasnameya wan nediyar in ve hat teqandin. Ji ber teqîna bişîdet û şewata piştî teqînê di 10 wesayîtên li hawirdor û hin avahiyan de gelek zirar çêbû. Di bûyerê de 2 kes mirin, 6 Kerkûkî jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên ewlehiyê hatin sitandin teqîna duyemin demildest piştî vê bûyerê li Arafaya taxa Kerkûkê hat kirin. Mayîna ku xistibûn bîdonên çopê yên nêzî Hiseyniyeyên îbadetgahên şiiyan teqandin. Di teqînê de kesek nemir û 5 wesayîtên li hawirdor ew qas zirar dîtin ku êdî nikarin wan bi kar bînin.
Di taxa 1ê hezîranê de jî bombeya ku li wesayîta li ber mala serbazekî bi cî kiribûn ji dûr ve hat teqandin. Ji ber ku wê demê li mal tu kes tunebû, kesek nemir. Di mala ku wek hedef gitibûn de zirarên madî çêbû.
Hêzên ewlehiyê yên Kerkûkê der barê êrîşên bi bombe de lêkolîn û lêpirsîn da destpêkirin.