Berdevkê Teşkîlata Polêsan a Nîjeryayê Felîcîa Anselm daxuyanî da rojnamevanan û diyar kir ku li Josa paytextê Plateauyê êrîşeke bibombe hat kirin û li gor agahiyên ewilîn di encama teqandina bombeyê de 118 kes mirin.
Anselm der barê êrîşê de qala hûrgiliyan nekir lê belê li gor agahiyên şahidên bûyerê êrîş bi erebeyeke bombebarkirî hatiye kirin.
Heta vê çaxê tu kesî êrîş hilneda stuyê xwe.