Li gorî agahiya ku ji jêderên dadê hat stendin danîşana doza ku ji aliyê raya giştî ve wekî "Qesrên Serokatiyê" tê zanîn û tê de Serokomarê Têkçûyî yê Misrê Mibarek û kurên wî Ala û Cemal û 4 kesên din tên darizandin li Akademiya Polêsên Qahîreyê hat kirin.
Dadgeha Cezayê ya Qahîreyê ji ber îdiaya "nêzîkê 18 milyon dolarê ku ji bo budçeya serokomariyê hat veqetandin derbasî zimeta xwe kir û di belgeya fermî de sextekarî kir û bi zanetî zirar da malê qamûyê" 3 sal cezayê giran ê hebsê da Mibarek û ji her yek kurên wî re jî 4 sal da.
Dadgehê ji xeynê vê qasî 18 milyon dolar cezayê pereyê da tevahiya tohmetbaran. Ji hêla din hat destnîşankirin ku ji bo biryarê rêya temyîzê vekirî ye.