WASHINGTON
Li Washingtona paytextê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) komek misrî ku di nav de amerîkayî jî hebûn biryara dardekirina 528 kesî li ber Balyozxaneya Misrê protesto kirin.
Koma ku li ber Balyozxaneya Misrê kom bû bi pankartên li serê "Di derbeya leşkerî ya Misrê de ji pereyê DYAyê re na", "Sîsî=Zordar", "528 kesan ji bêedaletiyê xelas bikin", nivîsîbûn û bi dirûşmeya "Obama, ew tiştê ku li Misrê dibe tu nabînî ku derbeya leşkeri ye?" ve çalakiya xwe domandin.
Ji çalakvanan Amîn Îzaldîn daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got: "Ez ji bo ku hemû sûcên derbeya Misrê protesto bikim beşdarî vê çalakiyê bûm. Ew cezayê ku li kesên li dijî derbeyê hatiye birîn bêedaletî ye. Ez naxwazim Ebdulfettah Sîsî li ser textê serokomariyê bibînim."
Polêsan tewdîrên berfireh girtin, lê çalakvan piştî protestoyên xwe bê pirsgirêk belav bûn.