BEXDA
Hat raginadin ku li rojava û bakurê Bexdaya paytextê Iraqê teqîn pêk hatin û di teqînan de 5 kes mirin û 17 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên ewlekariyê bi dest xist, li herêma Amîriyyeya ku dileve aliyê rojavayê Bexdayê teqîn çêbû û di teqînê de 10 kes birîndar bûn.
Çavkaniyên ewlekariyê ragihandin ku li ser kolana Raxiba Xatunê ya li herêma Azamiyyeya ku li bakurê Bexdayê ye jî li rasta bazarê teqînek çêbû û di vê teqînê de jî 2 kes mirin û 7 kes jî birîndar bûn.
Ji aliyê din ve di daxuyaniya Wezareta Karên Derve de hat diyarkirin ku herêma en-Nîbaiya ku ji alî komeke çekdar ve hatibû zeftkirin dîsa ket destê artêşa Iraqê.
Berdevkê Rêveberiya Operasyonên Hevpar Sad Ma'n di daxuyaniya xwe de diyar kir ku hêzên ewlekariyê kontrola herêma Nîbaiya ku roja çarşemê ji alî komeke çekdar ve hatibû bidestxistin cardin bi dest xistin û li herêmê jiyan êdî normal e.
Ma'n ragihand ku di operasyonan de eşîran jî piştgirî da hêzên ewlekariyê û di şer de hin kesên çekdar kuştin.