ÎSTANBÛL
Rêxistina Bajêr a BDPê ya Stanbolê, li Kadikoyê mitînga "Berxwe Bide Rojava Stenbol Ligel Te Ye" li dar xist.
Komên ku li cihên cuda cuda kom bûn û hatin Qada Kadikoy Îskeleyê, piştî ku polêsan li ser wan lêgerîn kirin, ketin qada mîtîngê.
Komekê li dijî lêgerînê bertek nîşan da. Di navbera komê û polêsan de nîqaş derket lê peywîrdar ketin navbera kom û polêsan û rakêşî bi dawî bû.
Di vê navberê de, pankarteke ku bi avahiyeke ve hatibû daliqandin, ji aliyê polêsan ve hat daxistin û li ser vê hin kesên ku hatibûn mîtîngê avahî dan ber keviran. Piştî ku peywîrdarên BDPyî pankart ji nû ve daliqandin, gengeşî bi dawî bû, lê piştî hevdîtina polês û BDPyîyan pankart dîsa hat daxistin.
Piştî ku mîtîngê dest pê kir, Seroka Giştî ya HDPê Sebahat Tûncel, Parlamenterê Serbixwe yê Mêrdînê Ahmet Tirk, Alîkara Serokê Giştî ya BDPê Gultan Kişanak û hin parlamenter derketin platformê û slav dane gel.
Sebahat Tûncela ku di mitîngê de axivî, got ku em xwedî li berxwedana rojava derdikevin û îfade kir ku ew berxwedana azadiyê didin û wiha got: "Em wek gelê kurd ê li Tirkiyeyê dijîn ziman, çand û nasnameya xwe dixwazin. Gelê kurd ê li Tirkiyeyê dijî azadiya xwe dixwaze. Kurdên li Tirkiyeyê dijîn dixwazin ji xwe re jiyaneke nû ava bikin."
Parlamenterê Serbixwe yê Mêrdînê Ahmet Tirk jî got ku îro ji bo pêşeroja kurdan rojeke girîng e.
Tirk, got ku ji bo kurdan di dîrokê de rûpelek nû vebû û wiha dewam kir:"Eger em îro qîmet û wateya vê berxwedanê nezanin, ji bo kurdan wateya îro çiye baş nebînin û li gor vê siyaseta xwe nedomînin, berxwedana xwe geş nekin, bawer bin ku firsenda sedsala azadiya kurdan dê ji destê me biçe."
Piştî axivtinan, konser hatin dayîn û mitîng bi dawî bû.