TRABZON
Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan di vebûna komî ya li navçeya Aralikliya Trabzonê de axivî û got ku me daxwazên gel her tim wek fermanekê qebûl kir û em wisa tevgeriyan.
Serokwezîr Erdogan wiha pê de çû: "Divê hemû pê zanibin. Li Tirkiyeyê êdî sermaye nikare rêberiya desthilatdariyê bike. Êdî çapemanî nikare rêberiya milet û dewletê bike. Ew serdema ku bi telîmatên medya, sermayedar, fermanên çeteyan hikûmet dihat damezrandin û belavkirin xilas bû. Serdema wesayetan paş de ma. Serdema ku yên deng bilind, bihêz, xeraker, wêranker derdiketin pêş paş de ma."
- "We, çima nekarî hûn ji derbekerin re bêjin derbekir?"
Erdogan dubare kir ku Tirkiye dewleteke hiqûqî ye. Erdogan, derbeya li Misirê bi bîr xist û wiha dewam kir: "Ji bilî Tirkiyeyê tu welatan behsê derbeyê kir gelo? Rojava der heq derbeyê de bêdeng ma, tiştek negot. We digot em demokrat in, hûn çima bê deng man? We, çima ji derbekerin re negot 'derbekir'. Lê me got. Çima? Lewra em neviyên ecdadekî ne û ecdadê me serbilindî fêrî me kiriye. Ecdadê me tu caran stûyê xwe cemandin û dest girêdana ber xwe hînî me nekiriye. Helbesvanê me yê Îstîkalalê digot çi? Ez nIkarim ji bo zilmê çepika lêdim, ji zalim hez bikim. Em ev in û ecdadê me ev hînê me kir."
Erdogan wiha dewam kir: "Di têkilêyên navdewletan de kî li gor hestên xwe tevbigere ew winda dike. Em li gor hestên xwe tevnagerin. Gelo mirov wek kujerê 3 hezar û 500 birayên me yên Misiriya bê zanîn an wek mezlûmparêz bê bibîranîn, baş e? Em li pişt mezlûman in. Em li Rabîatul Adewiyyê li cem wan in. Em dê bi wan re bimeşin. Me tu caran ji derbekeran re rêz negirt û em ê negrin jî. Em ê ji vîna gel re rêzê bigrin. Ev li Tirkiyeyê jî li dinyayê jî wiha ye. Em ê di vê mijarê de hestewar tevbigerin."
-"Dê tayîna 40 hezar mamosteyan bê kirin"
Serokwezîr Erdogan beşdarî bernameya Roja Mamosteyan a ji aliyê Walîtiya Trabzonê li Navenda Çandê ya Îhsan Begê hat lidarxistin, bû û li vir jî axivî. Erdogan wiha got: "Di desthilatdariya me ya 11 salan de em gelek pêş ketin. Di vê pêvajoyê de me 400 hezar mamoste tayin kirin. Em dê di meha sibatê de 10 hezar mamosteyên din jî tayin bikin. Di meha tebaxê de jî em dê 40 hezar mamosteyên din tayin bikin. Kêmasiyên me pir in. Em pê dizanin. Hinek dibêjin ku wisa ye 'hemûyan bi hev re tayin bike.' Butçe têrê dike. Em dê bi butçeyê çi bikin? Niha Pêdiviya me 126 hezar mamosteyan heye. Niha em 126 hezar mamosteyan bigrin, em dê nikaribin wê gavê li mehaneyên mamosteyan zemê bikin. Wê gavê dê li mamosteyên me neheqî bê kirin. Hin dê bibêjin birê min bide. Ma perê ku tune be em dê çawa bidin. Yê ku hebe tê dayin. Berî me him pêdiviya bi mamosteyan zêdetir bû him jî mehaneya mamosteyan gelek kêm bû. Heta ku ji destê me bê, înşelah em dê mamosteyan tayin bikin."
-Em dê mamosteyên temenê wan li ser 40î jî tayin bikin
Erdogan der barê veguherîna dersxaneyan de jî got: "Ezbenî di destê min de gelek mamoste hene, dibêjin. Min îro di rojnameyekê de xwend, 'mamosteyên temenê wan li ser 40î ye dê çibikin.' Em dê wan jî tayin bikin. Qet mereq nekin. Em dê wan jî bi mulaqatan bigrin dibistanên dewletê."