HDPê vê heftê komcivîna xwe li Çelîkxana gundê Licêya navçeya Diyarbekirê kir û Tuncel di komcivînê de axivî û wiha got: "Hemû aliyên tevgera kurdan destekê didin pêvajoya ku Birêz Ocalan da destpêkirin. Piştî ku pêvajoyê dest pê kir, merhaleya paşvekişînê dest pê kir. Pêvajoyê bi 3 qonaxan dest pê kiribû. Tevgera kurdan tişta ku ket ser milên wan kir. Tişta ku divê dewlet bikira ev in: Divê gav bihatana avêtin. Divê dewlet ji bo hevdîtinên Îmraliyê bingehek çêbikira. Ji bo ku pêvajoya mizakereyê bidome divê dewletê pêngavên zagonî biavêta. Divê Zagona Têkoşîna bi Terorê (TMK) re bihata rakirin û çêkirina kalekol, bendavan bisekiniya."
Tuncelê wiha dewam kir:
"Armanca hevdîtinên me ji bo domandina pêvajoyê bû. Dibe ku hin kes dixwazin ev pêvajo xerab bibe. Me kêngê ji bo aştiyê xwest ku em gavan biavêjin û xebatan bikin, wê demê hin hêzên tarî ketin dewrê û li pêşiya aştiyê bûn asteng. Bînin bîra xwe beriya agirbesta herî dawî, 7 caran agirbest pêk hatibû, lêbelê ev agirbest hemû jî xerab bûbûn. Em di qonaxeke nû de ne, em naxwazin ku ev pêvajo xerab bibe û em naxwazin ku li ser vê axê şer çêbibe. Em naxwazin li vî welatî mirov bimirin û têkevin bin axê. Em dixwazin ku mirov bijîn."