Hat ragihandin ku nîvê şevê bombeya destan avêtin mizgefteke li herêma Le Mansê ya ku dikeve rojavayê Fransayê û gule barandin ser mescideke li başûr.
Li gor nûçeyên ku di çapemeniya fransayê de cî digirin hat diyarkirin ku di bûyera şeva din a li Le Mansê de 4 bombeyên destan avêtin mizgeftekê û ji bombeyan yek tenê teqiya. Dan zanîn ku 3 bombeyên destan ên ku neteqiyabûn li hawirdora mizgeftê hatin dîtin.
Polêsan herêma ku bûyer lê qewimî bergiriyên ewlehiyê girtin û der barê bûyerê de lêpirsîn dan destpêkirin.
Li bajarê Port-la-Nouvelle ya ku dikeve başûrê welêt jî şeva din gule barandin ser mescidekê. Hat eşkerekirin ku di êrîşê de tu kesî zirar nedît lê camên mizgeftê şikestin.
- Bûyerên li ser hev
Li Fransayê piştî ku duh nîvro êrîş birin li ser Charlie Hebdoya kovara mîzahê û di êrîşê de 12 kes mirin, li welêt li ser hev bûyer qewimîn.
Berî sibê kesekî êlegê ku gule jê derbas nabin li xwe kiribû û di destan de çeka otomatîk hebû, li taxa Malakoffê ya herêma Montrougeyê ya ku dikeve başûrê welêt, polêsek kuştibû û polêsek jî birîndar kiribû. Hat diyarkirin ku êrîşkar reviya û der barê bûyerê de lêpirsîn dan destpêkirin.
Dîsa li herêma Villefranche-sur-Saoneya welêt sibê zû li ber derê restoraneke kebaban a nêzî mizgeftekê teqîn çêbibû û di bûyerê de kes nemiribû û tu kes birîndar jî nebibû.
Hê jî nayê zanîn ku têkiliya van bûyerên ku li tevahiya welêt diqewimin bi êrîşa li Charlie Hebdoyê re heye an na.